Sêûl-SANA
Dadgeha Sêûlê îro biryara 5 salên zîndanê di heqê serokê berê Yoon Suk-yeol de da, piştî ku di doza ragihandina “rewşa awarte” ya nîqaşber a dawîya sala 2024an de hat tawanbarkirin; ev doz yek ji wan 8 dozan e ku ew pê re rûbirû ye.
Dadgehê serokê berê tawanbar kir ku ferman daye dezgeha xwe ya ewlehîyê da ku rê li ber lêkolîneran bigirin û nehêlin biryara dadgehê ya ji bo binçavkirina wî di nav baregeha serokatîyê de di meha Rêbendana borî de were bicîhanîn.
Dadmend di rûniştina ragihandina biryarê de, serokê berê yê Koreya Başûr “Yoon” tawanbar kir ku hêzên çekdar “taybet” kirine û ewlehîya serokatîyê ji bo berjewendîyên xwe yên kesane bi kar anîye, li şûna ku di xizmeta welat de bin.
Dadgehê biryara 5 salên zîndanê ji bo serokê berê “Yoon” da, ku ev nîvê wê demê ye ku dozgerîyê daxwaz kiribû; Yoon bi “taybetkirina” sazîyên dewletê hat tawanbarkirin da ku tawanên xwe veşêre û wan rewa nîşan bide.
Yoon her wiha bi binpêkirina mafên wan wezîran hat tawanbarkirin ku ji civîna “rewşa awarte” hatibûn dûrxistin, ligel tawana sextekirina daxuyanîyeke fermî û ji navbirina wê ya paşê.
Serokê berê bi heşt dadgehkirinên cuda re rûbirû ye ku girêdayî ne bi hewildana sepandina rewşa awarte, îdîayên gendelîyê yên têkildarî hevjîna wî, û destwerdana di lêkolîna mirina serbazekî deryayî de di sala 2023an de.