Beyrût-SANA
Îro Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam, derbarê penaberên Sûrî, ragihand ku welatê wê ji bo parastina mafên wan, û misogerkirina vegera wan a bi selametî bo welatê wan, di hewlên xwe de berdewam e.
Selam, ev yek di hevdîtinekê de ligel şandeke rêveberên herêmî yên Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP) gotûbêj kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Libnanê, di hevdîtinê de rêveberên herêmî tekezî li ser “pabendîya ajansên Neteweyên Yekbûyî bi xebata hevbeş ji bo dîtina çareserîyên mayînde ji bo krîza penaberên Sûrî kirin.”
Her wiha tekezî li ser “berdewamîya hevkarî û hemahengîyê di warên perwerde, tendirustî û parastinê de kirin ku mafên penaberan biparêze û vegara wan a ji bo welatê wan hêsantir bike.”
Selam, amaje bi wê yekê kir ku hemahengîya di navbera ajansên navdewletî de “par alîkarîya vegera zêdetirî 500 hezar koçberên Sûrî bo welatê wan kiriye.”
Di sala 2025an de zêdetirî nîv milyon penaberên Sûrî ji Libnanê vegerîyan welatê xwe.