Îslamabad-SANA
Wezîrê Berevanîyê yê Îndonezyayê Sjafrî Şems El-Dîn, ligel Serokê Erkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr, li paytexta Pakistanê Îslamabadê êvar duh Duşemê, rewşa herêmî û rêyên berfirehkirina hevkarîya berevanîyê ya di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Li gorî ragihandina Pakistanî, Şems El-Dîn daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendîyên berevanîyê bi Pakistanê re di gelek waran de nîşan da, di dema ku Munîr pabendbûna alîyê Pakistanî bi pêşxistina peywendîyeke berevanîyê ya bi hêz û domdar ku li ser bingehê berjewendîyên stratejîk ên hevbeş di navbera her du welatan de ye, nû kir.
Di daxuyanîyeke hevbeş de ku piştî hevdîtinê hat belavkirin, hat dîyarkirin ku her du alîyan tekezî li ser girîngîya xurtkirina peywendîyên sazûmanî di navbera Pakistan û Îndonezyayê de, û zêdekirina hevkarîyê di warên perwerde û pîşesazîyên berevanîyê de kirine.