Paytextên Cîhanê-SANA
Bi berfirehbûna qada xwepêşandanan li Îranê û berdewambûna wan ji bo roja 17an, û piştî kuştina bi sedan kesan li gorî raporên mafên mirovan, gelek dewletan bang li welatîyên xwe kirin ku yekser ji Îranê derkevin.
Malpera “Axios” a Amerîkî ji zarê berpirsekî Koşka Spî veguhest ku Serok Donald Trump ber bi piştgirîkirina operasyoneke leşkerî li dijî Îranê ve diçe “ji bo cezakirina rejîmê ji ber kuştina xwepêşanderan”, lê wî hîn biryara dawî nedaye.
Her wiha Sererkanîya Giştî ya Îranê tometên xwe ji bo Amerîka û Îsraîlê nû kirin ku “têkder şandine Îranê da ku hêzên ewlehîyê û sivîlan bikin armanc.”
Xwepêşandan di 28ê Kanûna Yekem a borî de bi greva bazirganên Bazara Mezin a Tehranê dest pê kir, wekî protestoyekê li dijî hilweşîna tund a nirxa rîyal û kûrbûna krîzên aborî, berî ku tevgera xwepêşandanê ber bi nêzîkî 200 bajaran ve dorfireh bibe.