New York-SANA
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres “nîgeranîya xwe ya kûr derbarê rageşîya metirsîdar” a ku Venezuela tê re derbas dibe nîşan da. Guterres kirdara leşkerî ya Amerîkayê ya li wir wekî “pêşîneyeke metirsîdar” bi nav kir û di heman demê de hişyarî da ku ev yek dikare bibe sedema “encamên nîgeranker ji bo herêmê”.
Malpera nûçeyan a NY li ser zarê berdevkê Sekreterê Giştî, Stephane Dujarric, ragihand ku Guterres ji ber berdewamîya bêrêzîya li hemberî rêgezên hiqûqa navdewletî di nava fikarên kûr de ye. Her wiha bang li hemû alîyên Venezuelayê kir ku dest bi dîyalogeke giştî bikin da ku serwerîya yasayê û mafên mirovan werin parastin.
Dîyar e ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berê ragihandibû ku hêzên Amerîkî di operasyoneke leşkerî de li ser axa Venezuelayê, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî “girtine” û bi rêya esmanî birine derveyî Venezuelayê.