Rîyad – SANA
Îro li paytexta Siûdîyê Rîyadê, çalakîyên Foruma Navdewletî ya Hevpeymanîya Şaristanîyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di gera xwe ya yazdehemîn de, di bin navnîşana “Du Dehsal ji Dîyaloga Cîhanî.. Destkeft, Zehmetî û Rêya ber bi Pêş ve” dest pê kirin.
Ajansa Nûçeyan a Siûdîyê dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, Nûnerê Bilind ê Foruma Hevpeymanîya Şaristanîyan a NY Miguel Moratinos, hejmarek ji wezîrên derve yên dewletan, serkirdeyên sîyasî û olî, serokên rêxistinên navdewletî û nûnerên civaka sivîl beşdarî forumê bûn.
Wezîrê Derve yê Siûdîyê Feysel bin Ferhan serokatîya çalakîyên forumê kir û di axaftina xwe ya di rûniştina vekirinê de tekez kir ku mêvandarîya Rîyadê ji vê forumê re, wekî berdewamîya piştgirîya domdar a Siûdîyê ji bo hewldanên NY tê.
Hevpeymanîya Şaristanîyan (Alliance of civilisations) rêxistineke navdewletî ya girêdayî NY ye ku di sala 2005an de hatiye damezrandin û navenda wê li New Yorkê ye.