Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan tankereke mezin a petrolê li beravên Venezuelayê desteser kiriye, di demekê de ku alozîya di navbera Waşington û Caracaseyê de zêde dibe.
Ajansa France-Presse ji zarê Trump veguhest ku wî duh êvarî got: “Me niha tankereke petrolê li beravên Venezuelayê desteser kir, ew tankereke pir mezin e, ew ya herî mezin e ku heta niha hatiye desteserkirin,” bêyî ku hûrgilîyên keştîyê, xwedîyê wê û cihê ku wê berê xwe dabûyê bide, tenê got ku “ew ji ber sedemên pir aqlane hatiye desteserkirin,” û ku Amerîka dê barê wê li rex xwe bihêle.
Bondy got: Tanker beşek ji “tora barkirinê ya neqanûnî” bû û ji bo veguhestina petrola di bin sizayan de ji Venezuela û Îranê, dihat bikaranîn.