Kolombo-SANA
Desteya Neteweyî ya Rêveberîya Karesatan li Srî Lankayê, ragihand ku hejmara qurbanîyên Bagera Detwahê ya Wêranker gihiştiye 607 kuştîyan, ligel 214 kesên winda. Bager bû sedema lehîyan ku zîyan gihandin zêdetirî 71 hezar xanî, nêzî pênc hezaran ji wan bi temamî hatine wêrankirin.
Serok Anura Kumara Dissanayake, ev karesat wek “ya herî zehmet li welêt” bi nav kir. Hikûmetê pakêteke mezin a qereboyan ji bo jinûveavakirina xanîyên zîyandîtî da destpêkirin.
Niha, nêzî 150 hezar kes li stargehên hikûmetê dimînin, piştî ku hejmara wan gihiştibû 225 hezaran.