Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Lûtkeya Koma 20an li Johannesburgê Bang li Çareserkirina Aştîyane Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Navnetewî > Lûtkeya Koma 20an li Johannesburgê Bang li Çareserkirina Aştîyane Dike

Lûtkeya Koma 20an li Johannesburgê Bang li Çareserkirina Aştîyane Dike

2 weeks ago
Koma 20an li Johannesburgê

Johannesburg-SANA

Serokên dewletên Koma 20an (G20), daxuyanîya dawî ya lûtkeya Johannesburgê li Afrîkaya Başûr pejirand. Ev daxuyanî bang dike ku nakokîyên cîhanî bi rêyên aştîyane bên çareserkirin, çareserî ji bo pirsgirêkên avhewayê bên dîtin û hin pirsgirêkên ku rûbirûyî parzemîna Afrîkayê dibin, bên çareserkirin.

Serokatîya Afrîkaya Başûr ragihand ku belgeya daxuyanîyê bi lihevkirina dewletên endam hate qebûlkirin.

Berdevkê Serokatîya Afrîkaya Başûr, Vincent Magwenya di civîneke çapemenîyê de got: Daxuyanî “bi awayekî fermî hate pejirandin”.

Li gorî berdevk, daxuyanîyê tekezî li ser rêzgirtina serwerîya dewletan û yekparçeyîya axa wan li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî kir û bikaranîna hêzê ji bo desteserkirina axê red kir.

Daxuyanîyê careke din pabendbûna bi armancên Peymana Parîsê ya Avhewayê tekez kir û bang li bilezkirina veberhênanên cîhanî kir da ku pêşî li zêdebûna pileya germê ji 1.5 pileyî zêdetir bigire.

Daxuyanîyê her wisa ronî da ser kêşeyên taybet ên parzemîna Afrîkayê û destnîşan kir ku zêdetirî 600 mîlyon kesî ji elektrîkê bêpar in û nêzîkî mîlyarek kesî bê sotemenîyeke paqij a xwarinçêkirinê ne.

Di dosyaya ewlehîya xurekê de, danezanê destnîşan kir ku 720 mîlyon kes li cîhanê ji ber birçîbûnê dinalin, û 2.6 mîlyar kes nikarin xwarina saxlem peyda bikin û bikaranîna birçîkirinê wekî çekeke şer red kir.

Pejirandina daxuyanîya dawî di bin sîbera nakokîyeke tund di navbera Waşington û Pretoriayê de tê, piştî ku rêveberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew lûtkeyê boykot dike, û dûvre fişar kir da ku pêşî li derketina daxuyanîya dawî bigire.

Li ser vê mijarê, Berdevka Koşka Spî Anna Kelly ragihand: Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa tevî “nerazîbûnên berdewam û xurt ên Amerîkayê” zext kir ku daxuyanîya dawî derkeve.

Li hember vê yekê, berdevkê Ramaphosa tekez kir ku nabe daxuyanî “careke din bê gotûbêjkirin” û destnîşan kir ku Afrîkaya Başûr salekê li ser amadekirina wê kar kir û “lihevkirineke mezin” di navbera welatên endam de piştgirîya pejirandina wê kir.

Lûtkeya ku di bin dirûşma “Piştevanî, Wekhevî û Domdarî” de pêk hat, ji bo cara yekem bû şahida beşdarîya Yekîtîya Afrîkayê wekî endameke daîmî. Ev pêngav wekî bihêzkirina rola parzemîna esmer di rêveberîya cîhanî de hate dîtin.

Afrîkaya Başûr di Mijdara 2024an de serokatîya komê girtibû ser xwe û biryar e ku serokatî di dawîya vê lûtkeyê de bi fermî bibe para Amerîkayê.

Tê zanîn ku Koma 20an ji 20 endaman pêk tê ku nûnertîya aborîyên herî mezin ên cîhanê dikin. Ev kom di sala 1999an de piştî qeyranên aborî yên dawîya salên nodî hate damezrandin da ku bibe platformeke aborî ya nefermî.

Çîn Welatîyên Xwe bo Çûna Japonyayê ji ber Alozîyên Taywanê Haydar Dike
Tirkîye Nexşeya Devera Deryayî ya Yewnanistanê Red Dike
Îsraîlê Binesazîya Avê Wêran Kir: Xeza ji Tîbûnê Dinale
Tirkiya:Şerê Israîlê li Xezayê gefek metirsîdar e û hewcedarî tevgereke navdewletî ye.
Erebistana Siûdî Peymaneke Hevkarîya Berevanîyê ya Stratejîk bi Amerîkayê re Îmze Kir
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Lûtkeya Koma 20an li Johannesburgê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Serok El-Şeri’ Belgenameyên Bawerîyê yên Balyozên Qeter û Îmarat û Libnanê yên li Sûrîyê Werdigire

6 minutes ago

Serok El-Şeri’ Belgenameyên Bawerîyê yên Balyozê Dewleta Îmaratê li Sûrîyê Werdigire

15 minutes ago

Serok El-Şeri’ Belgenameyên Bawerîyê yên Balyozê Dewleta Qeterê li Sûrîyê Werdigire

1 hour ago

Tometbarê Pêşnîyaza Bikaranîna Bermîlên Teqîner Emîd Fa’iq Meyase Hat Girtin

2 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?