Enqere – SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyib Erdogan, piştrast kir ku çareserîya herî guncaw ji bo pirsgirêka Qibrisê li ser bingeha pêkvejîyana du dewletên serbixwe li ser xaka giravê ye, û tekezî li ser piştgirîya berdewam a Tirkîyê ji Komara Bakurê Qibrisê ya Tirk re ji bo pêkanîna çareserîyeke dadane û domdar kir.
Navborî dîyar kir ku Qibrisa Başûr red dike ku danpêdanê bi statuya navdewletî ya wekhev a Tirkên Qibrisê bike û desthilatê û xweşîyê bi wan re parve bike.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Bakurê Qibrisê, Tufan Erhürman, tekezî li ser rola girîng a Tirkîyê wekî garantor û piştgireke dîrokî kir, û piştrast kir ku çi çareserîya ku Tirkîye an Tirkên Qibrisê ji holê dûr dixe ne pêkan e.
Erhürman her weha got ku Qibrisîyên Tirk hevparên damezrîner û wek tevaya Qibrisîyan in û ev yek ne cihê gotşbêjê ye. Û daxwaza çareserîyeke dadane bi rêya dîyalogê kir ku aramîya herêmî dabîn bike, û behsa serkeftina xwe di hilbijartinên dawî de bi rêjeya 62.76% ji dengan kir.