Dodoma-SANA
Encamên dawî îro nîşan dan ku Seroka Tanzanyayê Samia Suluhu Hassan di hilbijartinên serokatîyê yên Çarşema borî de bi serkeftineke mezin bi ser ket.
Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya fermî, encamên dawî nîşan dan ku Serok Hassan 97,66 ji sedî yê dengan bi dest xistiye û li hemû navçeyên hilbijartinê yên welêt serdest bûye.
Hilbijartinên giştî yên li Tanzanyayê, ji ber dûrxistina hevrikên sereke yên Serok Samia Hassan ji pêşbirka serokatîyê, her wiha zêdebûna zordarîyê li dijî rexnegirên hikûmetê li gorî xwepêşanderan, bû şahidê protestoyên gel li Darusselamê û çend bajarên din.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Samia Hassan, piştî mirina ji nişka ve ya Serok John Magufuli di sala 2021an de, gihiştibû serokatîya Tanzanyayê, û wê demê cîgira serok bû.