London-SANA
Li dijî êrîşa berdewam a Îsraîla dagirker li ser Xezayê, tevî ragihandina agirbestê, bi sedan Brîtanî beşdarî xwepêşandaneke mezin li Londona paytexta wî welatî bûn.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê “WAFA” ragihand ku xwepêşander li ber dergehê kolana “Downing Street”ê li Londonê, cihê ku navenda serokwezîrîya Brîtanyayê lê ye, kom bûn û pankartên bi nivîsên “Bombabarkirina Xezeyê rawestînin”, “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kujer e”, û “Filistîna Azad” hildan.
Gelek paytext û bajarên li çaralîyê cîhanê xwepêşandanên mezin dibînin, ji bo şermezarkirina şerê qirkirinê yê Îsraîlê yê berdewam li ser Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve, ku di encamê de 68643 Filistînî şehîd bûne û 170655 birîndar bûne, û wêranîyeke nedîtî di binesazîyê de û hilweşîna xizmetguzarîyan çêbû.