Cinêv-SANA
Li hember peravên Lîbyayê, ji ber noqbûna qeyikekê ku bi dehan kesên penaber ên nerewa tê de bûn, 18 kesan jîyana xwe ji dest da û 64 kes hatin rizgarkirin.
Li gorî ku France Press ji Sazîya Navdewletî ya Penaberîyê vegihestiye, kesên rizgarbûyî 29 mêr, jinek û zarokek Sûdanî ne, 18 Bengladêşî, 12 Pakistanî û 3 Somalî ne. Her weha bal kişand ser wê yekê ku agahîyên tam li ser qurbanîyan ta niha nînin.
Tê zanîn ku Komîteya Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan, di heyva bûrî de ragihandibû ku 61 kes ji ber noqbûna qeyikekê li hember bajarê Tibriq yê Lîbyayê, wenda bûne.