Enqera-SANA
Duh, li beravên Bodrumê li Wîlayeta Muxlayê ya li başûrê rojavayê Tirkîyê, di encama binavbûna qeyîkekê ku koçberên neqanûnî hildigirt, 7 kes mirin.
Ajansa Anadolê ragihand ku tîmên Ewlekarîya Beravê du kesên ku li ber xeniqandinê rizgar kirin, û termên 7 kesên din ji avê derxistin.
Tîmên rizgarkirinê bi beşdarîya qeyîkan, helîkopteran û tîmên noqvanîyê yên Ewlekarîya Beravê, xebatên xwe yên lêgerînê li deverê didomînin.