Amsterdam-SANA
Îro li Amsterdamê 250 hezar kesî xwepêşandan kirin û ji hikûmeta Holendayê xwest ku ji bo şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê tund be. Piranîya xwepêşanderan ji bo piştgirîya “xeta sor” cilên sor li xwe kiribûn.
Xwepêşanderan bi dirêjahîya şeş kîlometran meşîyan, ala Filestînê û posterên li dijî Îsraîlê hilgirtibûn.
Êrîşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an ve berdewam dike, ku bêhtirî 67 hezar Filestînî canê xwe ji dest daye, û 169 hezar kes birîndar bûne, piranîya wan jin û zarok in.