Waşington-SANA
Rayedarên Amerîkî ragihand ku di gulebaranekê de li nav dêreke bajarê Grand Blancê yê li wîlayeta Michiganê, du kes hatin kuştin û neh kes jî birîndar bûn. Zilamekî 40 salî kamyonek ajot nav avahîyê, gule berdan û agir pê xist berî ku ji alîyê polîsan ve were kuştin.