London-SANA
Li gorî CNN, welatîyê Kanadayî, Brent Chapman, piştî 20 salan, bi saya emelîyateke cîyawaz ku yek ji diranên wî ji bo çandina lenzekê di çavê wî de hat bikaranîn, bînahîya çavên wî dîsa lê vegerîya.
Dr. Greg Moloney, ji Zanîngeha British Columbia rave kir ku elemî bêhtirî 12 saetan dom kiriye û di du qonaxan re derbsa bûye; rê li ber çandina diran digel lenzê bi derbaskirina rehnîyê bo toreya çavî tê vekirin, da ku bînahîya çavan a xwezayî lê vegere.
Piştî jidestdana bînahîya xwe ji ber tehesûsekê û têkçûna 50 emelîyên berê, bînahîya vî nexweşî bi rêjeya 20/30 lê vegerîya, ji bo wê yekê, wî kêfa xwe ji ber vê dahênana tibî ya cîyawaz anî ziman.