Tunis-SANA
Îro, Karwanê Keştîya Xweragirîya Cîhanî ji Tunisê, ji bendera Binzertê ber bi Herêma Xezeyê ve bi rê ket da ku dorpêça Îsraîlê ya 18 salan bişkîne. Ji bilî alîkarîya mirovî, di nav vî karwanî de bêhtirî 40 kelekî û bi sedan çalakvan ji bêhtirî 40 welatan hene. Tê çaverêkirin ku ev karwan dê di nava deh rojan de bigihîje berava Xezeyê.