Seoul-SANA
Hat ragihandin li Koreya Başûr îsal cara ewilî şoba çûkan a pir patogenîk hat dîtin.
Derbarê şobê de ji teref Wezareta Çandinî, Xurek û Karûbarên Gundewarî ya Koreya Başûr ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin yekem şoba çûkan a pir patojenîk a îsal, li fermeke mirîşkan li Pajuyabakurê Seoul hat tespîtkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yonhap, wezaretê îro îfade kir ku rayedarên têkildar di nav de sînordarkirina gihîştina fermiyê de tavilê tedbîrên karantînayê bicîh anîne û rayedar lêpirsînek berfireh a epidemiolojîk da destpêkirin û heywanên ku bi şobê ketine tên îtîlafkirin. Hikûmetê her wiha asta hişyariyê ji “hişyariyê” bilind kir asta “dîqqetê.”
Ev yekem rewşa vê sezonê ye û ji salên dawî zûtir tê, ku fikaran li ser belavbûna berfirehtir a nexweşiyê di mehên pêş de zêde dike.