Şam – SANA
Wezareta Tenduristîyê ligel wezaretên Enerjî, Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî, li piranîya parêzgehan projeyeke niştimanî da destpêkirin; armanc jê şopandina kalîteya ava vexwarinê û kanalîzasyonê û xurtkirina silametîya tenduristîyê ye bi rêya tîmên meydanî yên hevbeş.
Proje ji bo analîzkirina nimûneyên avê, bi taybetî jêderên ku nayên şopandin, gerên dewrî pêk tîne da ku gemarîyê zû bibîne. Pêvajoya şopandinê di destnîşankirin û dermankirina yekser a jêderên gemarî de serketî bû, ev jî li gorî şêwaza “Yek Tenduristî” ye ku tenduristîya mirov û jîngehê bi hev ve girê dide.
Ev şêwaza xweparastinê armanc dike ku tenduristîya giştî biparêze, wekî berdewamîya civîna Komîteya Bilind a Niştimanî ya Yek Tenduristî ya di 26ê Nîsanê de bi serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî hat lidarxistin; da ku ewlehîya tenduristîyê xurt bike û rûbirûyî nexweşîyên hevpar ên di navbera mirov, ajalan û jîngehê de bibe.