Şam-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus’ed El-Elî piştrast kir ku wezaretê dest bi cîbicîkirina amadekarîyên pêwîst kiriye ji bo nûjenkirina pênc nexweşxaneyan li parêzgehên Hema, Îdlib, Dêrazorê, Dera û Himsê, di çarçoveya planeke neteweyî ya berfireh de ku armanca wê nûjenkirina jêrxana tenduristîyê û xurtkirina amadebaşîya sazîyên bijîşkî ye ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarîyên baştir ji bo welatîyan.
Wezîr di daxuyanîyeke taybet de ji nûçegihana SANAyê re ronahî xist ser karên nûjenkirinê ku dê alîyên avahîsazî û hunerî, û dabînkirina amûrên bijîşkî yên bingehîn li ber xwe bigire, her weha nûjenkirina beşên hawarçûnê, çavdêrîya giran û taqîgehên, bi awayekî ku li gorî pîverên neteweyî yên pejirandî di wezareta tenduristîyê de be, û dabînkirina jîngeheke dermankirinê ya ewle û temamker garantî bike.
Wezîr di dawîyê de piştrast kir ku wezaret di cîbicîkirina planên xwe de ji bo nûjenkirin û pêşxistina nexweşxane û navendên tenduristîyê li parêzgehên cuda berdewam e.