Gundewarê Şamê-SANA
Dozgerîya Giştî li Gundewarê Şamê, bi serokatîya Parêzerê Giştî û Dadger Mihemed Omer Hacir, û bi hevrêzkarîya Tiba Edlî, berdewam e di cîbicîkirina gerên meydanî de bo cihên binçavkirinê û navendên polîsan, da piştrast bibin ku ewpabendîyê bi rêşûnên qanûnî dikin, û yekser li rewşa kesên binçavkirî binêrin.
Ew ger bi taybetî giringîyê didin lêkolîna li ser şert û mercên girtinê, guhdarîkirina li kesên binçavkirî, piştrastbûna ji wê yekê ku ti zext li wan nehatine kirin, û rêkarên binçavkirinê ligor qanûnan in.
Di encama van geran de, hejmarek kesên binçavkirî hatin berdan. Dadger Hacir tekez kir ku hemû rewşên binçavkirinê qanûnî ne û di bin çavdêrîya dozgerîyan de têne kirin, herwiha destnîşan kir ku ev ger sîyaseta Wezareta Dadê ya xurtkirina serwerîya qanûnê û parastina mafan, nîşan didin.