Dêrezor-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Dêrezorê îro Duşemê, dest bi wergirtina wan endamên ku tevlî rêxistina “HSD”ê bûne û dixwazin rewşa xwe sererast (teswîye) bikin di navenda taybet a li parêzgehê de kir, piştî ku çekên xwe radestî alîyên ewlehîyê kirin.
Ev pêngav di çarçoveya hewldanên Wezareta Navxwe de tê ji bo bihêzkirina aramîya li herêmê, û dayîna derfetê ji bo kesên ku dixwazin vegerin jiyana xwe ya medenî, û amadekirina wan ji bo derxistina belgeyên nasnameyê û domandina jiyana xwe bi awayekî asayî.
Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgehê, Eqîd Dirar El-Şemlan, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku proseya sererastkirinê radestkirina çekan bi temamî, tomarkirina zanyarîyan û pêkanîna vekolîna ewlehî û yasayî li xwe digire, daku kontrolkirina rewşa giştî û parastina ewlehî û aramîyê li hemû deverên rojhilatê Firatê were misogerkirin.
El-Şemlan destnîşan kir ku serlêdana van navendan pêngaveke neçarî ye ku armanca wê ji nû ve tevlîkirina şênîyên herêmê di nav civaka wan de ye, û rêgirtina li her valahîyeke ewlehî, û misogerkirina berdewamîya jiyana wan a asayî di çarçoveya yasayê de.




