Der’a-SANA
Ewlekarîya Hundirîn li Der’ayê, bi hevkarîya Şaxê Dijî Terorê, tawanbar Ehmed Osman Ewêd, alîkarê yekem ê berê yê Ewlekarîya Leşkerî li ‘Etmanê, ya li gundewarê parêzgehê ye, bi tometa tevlîbûna di tawanên li dijî sivîlan de, di dema desthilatdarîya rêjîma berê de, girtin.
Wezareta Hundirîn dîyar kir ku lêpirsînan îsbat kir ku beşdarbûna wî di serdegirtinan de, girtinên ku bi darvekirina wan li zindana Sêdnaya bi dawî bûn û di şantajkirina çalakvanên şoreşê de heye. Her weha wê destnîşan kir, ku ew ji bo dadwerîya taybet hatiye şandin da ku wî ceza bikin.