Şam – SANA
Wezîrê Tenduristîyê Dr. Musab El-Elî îro di serdaneke xwe de çavek li klînîkên nexweşxaneyên derve yên Ibn El-Nafîs ya Şamê gerand, da ku kalîteya xizmetên tenduristîyê yên ku ji nexweşan re têne peydakirin piştrast bike.
Wekî din jî, Wezîrê Tenduristîyê bi armanca pêşxistina kalîteya xizmetên ku têne peydakirin, guh da zehmetîyên ku bijîşk û nexweş rû bi rûyî wan dibin.
Ji alîyekî din ve, Dr. El-Elî di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANA re rave kir ku Wezareta Tenduristîyê dixwaze bi berdewamî mekanîzmên xebatê yên li nexweşxaneyan bişopîne û pêdivîyên ji bo pêşxistina beşa tenduristîyê çareser bike, û destnîşan kir ku ev di çarçoveya planeke berfireh de ji bo pêşxistina beşa tenduristîyê tê.
Her weha Wezîrê Tenduristîyê eşkere kir ku nexweşxane dê hefteya bê makîneyên nû yên şûştina gurçikan bigihêjinê, wekî din jî, destnîşan kir ku di heyama dawî de bi qasî 15 makîneyan ji nexweşxaneyê re hatine peydakirin ku ew jî ketin di xizmeta şûştina gurçikan de.
Di vê serdanê de Rêvebirê Tenduristîya Şamê, Dr. Wa’il Daxmeş û hejmarek rêveberên peywendîdar jî beşdar bûn.







