Tertûs-SANA
Bendera Tertûsê sê keştîyên tranzîtê yên ku bi nêzîka 29 hezar serî sewal barkirî û ji Brazîlya û Îspanyayê hatibûn, pêşwazî kir. Wekî amadekarîyekê ji bo veguhastina wan bi rêya bejayî ber bi Urdin û Iraqê ve, di çarçoveya mezinbûna tevgera tranzîtê de bi rêya benderê û rola wê di xizmetkirina tevgera bazirganî û veguhastinê de navbera Sûrîyê û welatên herêmê.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan a Sûrîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, duh Şemîyê dîyar kir ku du keştî ji Brazîlyayê gihîştine bendera Tertûsê û nêzîkî 15 hezar serî golik hildigire, keştîya sêyem jî ya ku ji Îspanyayê hatiye zêdetirî 14 hezar serî pez bûn.