Dêrezor-SANA
Cotkarên gundewarê Dêrezorê, digel heyîna astengîyên mezin ên vê demsalê, dest bi berhevkirina tovên zebeşan kir. Ev zehmetî ji ber bilindbûna lêçûnên çandinîyê û bihabûna gubre û sotemenîyê derketine holê.
Vê rewşê rê li ber kêmbûna rûberên çandî û lawazbûna berhemdarîyê vekir, digel heyîna zirarên li pey hev ku cotkar neçar kirin piştgirîyê ji hikûmetê bixwazin da ku di vejandin û berdewamîya vê çandinîyê de alîkar be.
Hewldanên Hikûmetê yên ji bo Piştgirîya Cotkaran
Di vê çarçoveyê de, Serokê Beşê Karûbarên Çandinî û Parastinê li Rêveberîya Çandinîyê Ebdilhemîd Ehmed Ebdilhemîd, ji bo SANAyê behsa hewldanên hikûmetê yên ji bo piştgirîkirina cotkaran kir. Wî dîyar kir ku plana Wezareta Çandinîyê ji bo werzê çandinîyê ya bê, dîyarkirina bihayê sotemenîyê bi 125 lîreyan ji bo her lîtreyekê li xwe digire.
Her wiha biryar e ku dabeşkirina mazotê ji bo cotkaran li gorî birêkxistina çandinîyê pêk were; ku belgeyek e ji alîyê yekîneyên serpereştîyê ve tê dayîn û milkdarî û xwedîtîya çandinîyê ya cotkar dîyar dike, û li gorî wê yekê pêdivîyên piştgirîkirî radestî cotkaran tên kirin.
Ebdilhemîd piştrast kir ku plan her wiha dabînkirina tibabên sotemenîyê yên pêwîst li benzînxanene dîyarkirî ji bo cîbicîkirina plana çandinîyê, û dabînkirina gubreyê, nemaze fosfat û azotê bi rêya bankên çandinîyê, li xwe digire.
Bilindbûna Bihayên Sotemenî û Gubreyê
Ji hêla xwe ve, hinek cotkaran bal kişand ser kêşe û astengîyên li pêşîya çandina tovên zebeşan. Cotkarê bi navê Hemîdî El-Hebeş ji devera ‘Edman El-’Enabzeyê piştrast kir ku pirsgirêka bingehîn vedigere bilindbûna bihayên sotemenî û gubreyê, ku bûye sedema kêmbûna rûbera çandina zebeşan îsal li navçeyê.
El-Hebeş dîyar kir ku îsal tenê 40 donim hatine çandin, digel ku par zêdetirî 100 donimîn hatibû çandin. Li alîyê din jî, makîneya derxistina tovên zebeşan îro ji bo her saetekê 80 dolarî werdigire, tevî ku berê 35 dolar distandin.
