Heleb – SANA
Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li herêma Sem`anê ya Başûr li gundewarê Helebê, îro Şemîyê, şaneyeke ku ji çar kesan pêk tê girt, bi tohmeta têkelkirina rûnê parzûnkirî û bikarhatî “yê şewitî” bi madeyên kîmyayî re û firotina wî wekî mazota Iraqî, li benzînxaneyeke dîyarkirî li bajarê Helebê.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku dewrîyeyan dest danîye ser du tankerên ku bi madeya sextekirî barkirî bûn, ligel konteyner û amûrên ku di têkelkirina wê de tên bikaranîn.
Di heman demê de girtî ji bo temamkirina rêkarên yasayî bo dadwerîya têkildar hatin şandin, ligel destdanîna li ser madeyên girtî.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên nehiştina sextekarîya sotemenîyê û parastina welatîyan û wesayîtên wan ji zîyanên ku ji ber bikaranîna sotemenîya sexte çêdibin, tê kirin.



