Reqa-SANA
Piştî rawestaneke nêzîkî 14 salan, Şaxê Sazîya Giştî ya Zêdekirina Tov li parêzgeha Reqayê, îro Sêşemê, ragihand ku ew ê di destpêka vê hefteyê de dest bi karê xwe bike. Ev jî di çarçoveya amadekarîyên baş ên ji bo sala çandinîyê ya bê de ye.
Rêveberê Şaxê Sazîyê Ebdilrehman El-Mûsa ji SANAyê re zelal kir ku hatiye texmînkirin ku plana berhemanînê ya ji bo sala çandinîyê ya bê, nêzîkî 7500 ton genim be û di navbera her du cureyên giran û sivik de be. Plana hevpeymanîyê jî, ji bo cureyên genimê pejirandî ye ku genimê giran cureyên “Dûma 3, Şam 7, Buhûs 9” û genimê sivik jî cureyên “Dûma 2, Dûma 4, Buhûs 8, Şam 10” vedihewîne.
Têkildarî mijarê, El-Mûsa da zanîn ku dergehê pêşkêşkirina daxwaznameyan ji bo cotkaran bi rêya agahdarîyên fermî di mehên derbasbûyî de hat vekirin û bersiv ji daxwaza cotkaran re hat dan ku bi Şaxê Sazîyê re ji bo çandina tovê werzê nû hevpeymanîyê bikin.


