Hema – SANA
Di çarçoveya çalakîyên ewlehîyê de ku li gundewarê parêzgehê pêk hatin; Hêzên Ewlehîya Navxweyî li Hemayê 7 kes ji tawanbarên rêjîma berê girtin.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî, îro Pêncşemê, dîyar kir ku çalakî piştî maweyeke çavdêrî, şopandin û komkirina agahîyan hate encamdan, û li herêma Misyafê û gundewarê başûrî yê Hemayê pêk hat, di encama wê de çek û cebilxane hatine desteserkirin.
Têkildarî mijarê, Wezareta Navxwe hewldanên xwe yên peyketina berpirsyar û endamên rêjîma berê û mîlîsên wê yên ku destê wan di encamdana tawan û binpêkirinan de li dijî gelê Sûrîyê hebû, berdewam dike. Ev çende jî di çarçoveya bicihanîna prensîpa nefilitîna ji cezakirinê, pêkanîna dadmendîya veguhêz û misogerkirina mafên qurbanîyan û malbatên wan de, tê.