Dera-SANA
Şeva borî hêzên Îsraîla dagîrker dema ku derbasî gundê Me’reye li devera Hewda Yermûkê li gundewarê Derayê yê rojava dibin, du kesan binçav dikin.
Çavkanîyên xwecihî ji nûçegihanê SANAyê re îro Înê dîyar kir, ku 12 wesayîtên leşkerî yên Îsraîla dagîrker bi şevê di rêya bakur ya bi navê “Rêya Gelî” tê naskirin, ji alîyê deştê ve derbasî gund bûn û ber bi hin taxên niştecihbûnê ve çûn.
Her wiha çavkanîyan destnîşan kir ku wê hêzê bi ser hejmarek malan de girt; ew teftîş kirin û du kes ji xelkê gund girtin, yek ji wan piştî demekê hat berdan, lê çarenivîsa yê din heta niha ne dîyar e.