Dêrezor – SANA
Îro Pêncşemê, Parêzgeha Dêrezorê destpêkirina kar û xebatên cîbicîkirinê yên rastîn ji bo projeya jinûveavakirina Pira Meyadînê ragihand, ku pir yek ji stûnên sereke yên liv û tevgera çûn û hatinê û piştgirîya pêvajoya başbûn û jinûveavakirinê li deverê ye.
Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş li ser platforma “X”ê dîyar kir ku cîbicîkirina projeyê ji alîyê Sazîya Sûrîyê ya Avakirin û Avahîsazîyê ya ser bi Wezareta Karên Giştî û Niştecihkirinê ve, bi hevkarîya ligel Şirketa El-Berq a Tirkî ya Avakirina Rêyan tê encamdan; her wiha da zanîn ku kar û xebat dê di nava neh mehan de werin cîbicîkirin.
Parêzgar amaje pê kir ku xizmetkirin û şopandina karûbarên xelkê li devera Meyadînê bi taybetî û Dêrezorê bi giştî, û kar û xebata ji bo peydakirina pêdivîyên wan, dê di serê lîsteya pêşekîyên parêzgehê de bimînin. Her wiha piştrast kir ku parêzgeh dê ji bo bilindkirina asta xizmetguzarîyan û bihêzkirina jêrxaneyê, ber bi qonaxeke ku layîqî cih, xelk û hêvîyên xelkê Dêrezorê be, hemû şîyan û hewldanên xwe bi kar bîne.