Hama – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, îro Sêşemê, her du daîreyên rewşên sivîl ên yekem û duyemli bajarê Hemayê vekirin. Her wiha wî serdana Rêveberîya Rewşên Sivîl a li parêzgehê jî kir, ku di mehên borî de xebatên berfireh ên çakkirin û nûjenkirinê, lê dihatin kirin.
Bilindkirina Asta Xizmetên Rewşên Sivîl
Her du daîre di çarçoveya plansazîyên Wezareta Navxwe de tên vekirin ji bo pêşxisitna sektora rewşên sivîl û bilindkirina asta xizmetkirina welatîyan. Bi armanca ku bi rêya hêsankirina rêkaran û baştirkirina jîngeha kar, pişkdarîyê di lezandina pêkanîna mi’amelyên wan û sivikkirina barê wan de bike.
Rêveberê Rewşên Sivîl li Hemayê, Ela’ El-Şêx, ji SANAyê re dîyar kir ku vekirina daîreya yekem a rewşên sivîl li taxa El-Barûdîyê û ya duyem li taxa El-Keramê, hejmara daîreyên rewşên sivîl li parêzgehê digihîne 6an.
El-Şêx da zanîn ku ev daîre xizmetên cihêreng ên rewşên sivîl pêşkêş dikin, di nav de tomarkirina bûyerên jidayikbûn, mirin, zewac û berdanê, li kêleka wê jî derxistina tomarên sivîl ên kesane û malbatî û belgenameyên din
Amûrên Teknîkî û Enerjîya Rojê
El-Şêx amaje pê kir ku, ji bo kêmkirina qutbûna înternet û pêwendîyan, torên pêwendîyê yên şewqdar ên lezbilind ji bo hemû navendên rewşên sivîl ên li parêzgehê, hatine peydakirin. Her wiha ji bo domdarîya elektrîkê misoger bibe û kar bê qutbûn bi rê ve biçe, sîstemên enerjîya rojê jî hatin siwarkirin.
El-Şêx anî zimên ku hejmara rêkxerên qeyd û tomarên sivîl li parêzgeha Hemayê digihîje nêzîkî 100 kesî, ew jî bi armanca lezandina karûbarên welatîyan û sivikkirina kar li ser daîrayan.



