Dêrezor-SANA
Di encama operasyoneke ewlehîyê û şopandineke mukum de, Hêzên Ewlehîya Navxweyî, kesê bi navê Ehmed Xilêf El-Ehmed ê bi nasnavê “El-‘Etîş” girt. Di serdema rejîma têkçûyî de, EL-Ehmed serokê berê yê beşê zanyarîyan ê şaxê Ewlehîya Dewletê ya li Dêrazorê bû.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî îro Duşemê, di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku vekolînên destpêkî nîşan dane ku kesê navborî posta xwe ya ewlehîyê bo maweya 20 salan parastiye. Li gor daxuyanîyê, ew wekî milê rastê yê serokê şaxê wê demê, kesê bi navê De’as De’as, dihat hesibandin.
Pêvajoyên lêkolînê û tomarên ewlehîyê piştrast dikin ku kesê girtî, serpereştîya xebatên şopandinê û amadekirina raporên ewlehîyê kiriye, di encamê de, gelek welatî hatine girtin û paşê di hundirê zîndan û girtîgehên rejîma têkçûyî de hatine kuştin.