Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, derbarê Peymana ligel Ukraynayê got: Peymana hevkarîyê ya ku duh Yekşemê ligel alîyê Ukraynî di warê xebatên têkildarî mînan de ji bo armancên mirovî hat îmzekirin, gaveke girîng e ber bi xurtkirina xebatê ji bo sînordarkirina metirsîyên mîn û bermahîyên şer, û piştgirîkirina vegera ewle û birûmet a niştecihan bo cih û warên xwe.
El-Salih li ser platforma “X”ê destnîşan kir ku ev peyman di çarçoveya hewldanên pêşxistina hevkarîyên navneteweyî û sûdwergirtina ji ezmûnên pispor di vî warî de tê.
El-Salih gotina xwe wiha domand: “Sîyaseta me di hikûmeta Sûrîyê de li ser vebûn û hevkarîya navneteweyî ya di vê dosyayê de ava dibe; em karên girêdayî rakirina mîn û bermahîyên şer li serê pêşgavîyên xwe di nav rêça başbûn û jinûveavakirinê de bi cih dikin, ji ber girîngîya rasterast a vê dosyayê di parastina sivîlan de, dabînkirina gihîştina ewle bo zevîyan, amadekirina şert û mercên guncav ji bo vegera niştecihan, vegerandina jîyana asayî û piştgirîkirina geşepêdan û veberhênanê.”