Dera-SANA
Duh Yekşemê, li gorî şaxê Kompanya Sûrî ya Pêwendîyan ya li Gundewarê Şamê, pêwendî û înternet li parêzgeha Derayê hatin birîn, ji ber kêşeyeke awarte ya ku gihîşt kabloya “fiber optic”êya ku wan her du xizmetan bo parêzgehê dabîn dike.
Rêveberê şaxê kompanyê Enes Ebdilber, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku kabloya “fiber optic”êya di navbera Şam û Derayê de, li devera Kisweyê ji ber karên kolanê yên girêdayî elektrîkê ji nişka ve qut bûye, ku ev yek bû sedema rawestandina xizmetguzarîyan li parêzgehê.
Ebdilber piştrast kir ku tîmên teknîkî yên ser bi kompanyê ve tavilê berê xwe da cihê kêşeyê, û dest bi çakkirina kabloya zirardîtî kir da ku xizmetguzarî di zûtirîn dema pêkan de vegerin rewşa xwe ya asayî.