Dera-SANA
Îro Yekşemê, zarokekî 10 salî li bendava bajarokê Sehim El-Colanê li gundewarê rojavayê Derayê dema ku di nav avê de xwe soba dikir, noq bû û jîyana xwe ji dest da.
Fermandarê Operasyonên Parastina Sivîl li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Başûrê Sûrîyê, Ehmed El-Hacir, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku odeya operasyonan derdora saet 2:48an agahîyek derbarê bûyerê wergirt, û yekser tîma Rizgarkirina ji Bûyerên Avê ligel du ambûlansan ji navendên El-Meheta û El-Şecereyê ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketin.
El-Hacir da zanîn ku zarok ligel birayê xwe û hevalekî xwe avjenî dikir, piştre lingê wî di nav herîyê de asê ma û bû sedema ku zarok bixeniqe. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku xelkê deverê berî gihiştina tîma rizgarkirinê ew ji avê derxistibû. Tîmê alîkarîya pizîşkî ya pêşîn pêşkêşî wî kir û ew veguhest nexweşxaneya Tefesê, li wê derê kadroyê pizîşkî piştrast kir ku zarok miriye.