Siwêda-SANA
Parêzgerê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, biryarek ji bo avakirina komîteyekê ku ji deh endaman pêk tê da nûnertîya eşîrên parêzgehê bike, derxist. Armanca vê gavê birêkxistina pêwendîyan û xurtkirina hevrêzkarîyê ligel alîyên fermî ye, bi awayekî ku xizmeta berjewendîya giştî bike.
Komîte dê erkê danûstandina ligel parêzger û alîyên peywendîdar, wergirtina daxwaz û pêşnîyaran û gihandina nameyên hewcedarîyên xizmetguzarî û civakî, bigire ser milê xwe; her wiha ji bo parastina yektîya civakê, hevkarîyê di navbera eşîran û alîyên fermî de xurt bike.
Di biryarê de hatiye tekezkirin ku erkê komîteyê tenê pêwendî, hevrêzkarî û şopandin e, bêyî ku ti desthilatên wê yên cîbicîkirinê hebin. Her wiha hemû biryarên berê, yên nakok bi vê biryarê re hatine betalkirin, û biryar ji roja derketina wê ve dikeve warê cîbecîkirinê.