Hims-SANA
Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Himsê îro Yekşemê, ava Bendava Teldoyê ya li gundewarê bakurrojavayê parêzgehê berda, ji bo dabînkirina pêdivîyên berhemên çandinîyê li devera Teldoyê û derdora wê. Ev yek jî bi hevahengîya ligel Rêveberîya Çandinîyê û komeleyên cotkaran hat encamdan, wek piştgirîyekê ji bo demsala çandinîyê.
Rêveberê Bendava Teldoyê Hesan Heco, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku berdana avê weke bersivekê ji bo daxwaza Rêveberîya Çandinîyê û serokên komeleyên cotkaran pêk hat.
Her wisa destnîşan jî kir ku proseyên avdanê dê nêzîkî 120 rojan berdewam bikin, bi awayekî ku digihîje 90 santîmetreyên sêca di çirkeyekê de, ku rê dide bikaranîna nêzîkî 7 mîlyon metreyên sêca ji avê di dema demsala avdanê ya sala 2026an de.
Heco li dawîyê amaje bi wê yekê jî kir ku bernameya avê armanc dike ku pêdivîyên wan zevîyên ku bi berhemên havînî hatine çandin dabîn bike, û şîyana veberhênana çandinîyê bilind bike, ligel bidestxistina sûda herî mezin ji depoya avê ya di bendavê de.





