Hema-SANA
Rêveberîya Çandinîya Hemayê, îro Çarşembê, dest bi hevpeyvînan ligel karmendên ku ji ber beşdarîya wan di Şoreşa Sûrîyê de ji kar hatibûn dûrxistin kir, da ku wan vegerîne ser karên wan li rêveberî, desteyên serbixwe û sazîyên ser bi Wezareta Çandinîyê ve.
Alîkarê Rêveberê Rêveberîya Çandinîyê li Hemayê, Endezyar Ubeyde Murad Axa, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku hevpeyvîn dê sê rojan berdewam bikin, ji saet nehê sibehê heta sisêyê piştî nîvro.
Axa destnîşan kir ku dora 500 karmendên jin û mêr ên ku ji kar hatibûn dûrxistin dê vegerin ser karên xwe, ku berê lîsteyên navên wan hatibûn amadekirin û em piştrast bûne ku sedema dûrxistina wan ji ber beşdarbûba wan di Şoreşa Sûrîyê de ye û ne ji ber tu sedemên din e.


