Hesekê-SANA
Emîndarîya Giştî ya Parêzgeha Hesekê bang li karmendên Rêveberîya Karûbarên Eqarî yên ji kar hatine derxistin çi yên daîmî û çi yên bi peymanên salane bin kir, ku sibe Pêncşemê, 25ê Hezîranê, serdana avahîya parêzgehê bikin da ku hevdîtinên vegera ser kar pêk bînin.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê dîyar kir ku belgeyên pêwîst ev in: Kopîyek ji biryara erkdarkirinê û yek ji ya dûrxistina ji kar (heger hebe), nasnameya kesane, kopîyek ji bawernameya xwendinê û kopîyek ji nasnameya hevjînê heger karmend be.