Reqa-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl ên ser bi Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve li parêzgeha Reqayê, îro Sêşemê ragihand ku 5 agahdarî derbarê bûyerên xeniqînê di dema avjenîyê de li parêzgehê wergirtine, ku di encamê de 3 zarok û xortekî jîyana xwe ji dest daye, û zilamek jî hatiye rizgarkirin.
Berevanîya Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê, îro Sêşemê dîyar kir ku tîmên wan cenazeyê xortekî ji çemê Firatê li nêzîkî pira nû ji alîyê başûr, û cenazeyê zarokekî li nêzîkî pira kevn ji alîyê bakur derxistine, û her du cenaze ji bo temamkirina karûbarên yasayî radestî Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê kirine.
Di heman demê de, şênîyan bersiv da 3 rûdanên xeniqînê û cenazeyên du keçikên biçûk ji coka sereke ya ku ji Tebqayê ber bi Ebû Wehlê ve tê li gundewarê rojavayê Reqayê derxistin, û zilamekî ku dikir di çemê Firatê de li nêzîkî pira kevn li bajarê Reqayê bixeniqe, rizgar kirin.