Gundewarê Şamê-SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê bi rêya Rêveberîya Giştî ya Berjewendîyên Xanûberan, jinûvesazkirina îdarî ya 15064 pelgeyên xanûberan yên zîyandîtî li bajarê Zemelkayê yê gundewarê Şamê pêk anî.
Di heman demê de, 425 pelgeyên din radestî dadwerê xanûberan ê pispor kir, bi awayekî ku beşdarîyê di bidestxistina daneyên milkdarîya fermî û dîtina wan de bike, wekî amadekarîyekê ji bo jinûveçalakkirina proseyên kirîn û firotina xanûberan bi şêweyekî ewle û qanûnî.
Wezaretê îro Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku tomarên xanûberan, 206 tomar di nav rûbera giştî ya devera Zemelkayê de li xwe girtin, ku digihîje nêzîkî 1,989,203 metreyên çargoşe, ev jî di çarçoveya planeke tekûz de ye ku armanca wê çareserkirina wan zîyanan e yên ku gihîştine daneyên xanûberan.