Reqa-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel a Sûrîyê îro encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmên Reqa û Tebqayê li parêzgeha Reqayê ragihandin, piştî ku endamên desteya hilbijartinê di navendên çandî yên Tebqa û Reqayê de dengên xwe dan.
Piştî bidawîhatina dengdanê û hejmartina dangan, komîteyê encamên destpêkê eşkere kirin. Di encamê de, li devera Tebqayê Ebdullah Mecîd El-Hac Ebd bi ser ket, û li devera Reqayê Ehmed Mehmûd El-Xelef Şilaş, Miqdam Elî El-Ceş’em û Ehmed Mehmûd Hesen El-Omer bi ser ketin.
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Enes El-Ebde dîyar kir ku rêjeya beşdarîyê li devera Tebqayê ji %90 derbas kiriye, ku ji 50 endamên desteya hilbijartinê 42 kesan dengên xwe dan.
Bi bidawîbûna gera hilbijartinên îro re, hejmara endamên hilbijartî yên Encumena Gel ji 122 endaman derket 126 endaman.








