Şam – SANA
Serokê Desteya Dergehên Sînorî Quteybe Bedewî ligel nûnerê Serokatîyê Emîd Zîyad El-Ayiş mekanîzmayên wergirtina dergehên sînorî yên parêzgeha Hesekê gotûbêj kir. Ev gav di çarçoveya bicîhkirina rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a ligel “HSD”yê de tê avêtin, bi mebesta birêkûpêkkirina pergala wan û yekxistina rênimayan ji bo hêsankirina tevgera kelûpel û rêwîyan.
Hikûmeta Sûrîyê di 29ê Kanûna Paşîn a borî de rêkeftinek ligel “HSD”ê ragihandibû. Di wê rêkeftinê de agirbesteke giştî, tevlîkirina hêdî-hêdî ya hêzên leşkerî û îdarî, ketina hêzên ewlehîyê bo navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê, û radestkirina hemû sazî û dergehan bo dewletê hatibûn pejirandin.