Hema – SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrî, îro Duşemê, termê keçikeke ku ketibû bîreke bi kûrahîya 100 metreyî li gundê Helbanê li gundewarê Selemîyê li Hemayê, derxist.
Berevanîya Sivîl bi rêya “Telegram”ê dîyar kir ku termê zarokê ji bo qedandina prosedurên yasayî û radestkirina malbata wê, veguhestine Nexweşxaneya Niştimanî ya Selemîyê.
Tîmên Berevanîya Sivîl ji bo rizgarkirina wê, amade bûn û bi bikaranîna werîsan hewl dan, lê di dema xebatan de tu bersiv yan nîşaneke jîyanê ji keçikê nehat girtin.