Dêrezor-SANA
Wezareta Berevanîyê bi hevkarîya parêzgeha Dêrazorê karên avakirina pireyeke metalî ya demkî ku her du alîyên çemê Furatê di navbera bajarokê Mirat û Mirê’îyê de bi hev ve girê dide, bi amadebûna Parêzgarê Dêrazorê Xesan El-Seyid Ehmed, û fermandarê lîwaya 66an Emîd Ehmed Mihemed El-Casim û hejmarek kesayetîyên leşkerî bi dawî kir, bi armanca dabînkirina çûnûhatineke ewle û bilez ji xelkê re û kêmkirina êş û zehmetîyên wan.
Emîd Erkanê di Hêzên Deryayî de Mihemed Miqbat dîyar kir ku dirêjîya pireya ku ji alîyê lîwaya endezyarîyê ve hatiye cîbicîkirin 105 metre ye û firehîya wê 7 metre ye, bi şîyana barkirina 45 tonî, da ku çalakîya bazirganî û aborî û çûnûhatinê li herêmê xurt dike.
Her weha ji alîyê xwe ve, rêveberê xizmetguzarîyên teknîkî li Dêrazorê tekez kir ku vekirina pirê di çarçoveya hewldanên parêzgarîyê de ji bo kêmkirina qerebalixîyê û sivikkirina baran tê, û amaje bi amadekirina rêyên ku digihêjin pirê ji her du alîyan kir, ligel plankirina pêngavên hawarçûnê yên nêzîk li herêmên din heta dema cîbicîkirina pirên çîmento yên mayînde.




