Laziqîye-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan îro yekşemê karîbûn termên çar ciwanan ji hundirê çaleke kûr li bajarê Cebleyê derxin. Ev serkeftin piştî hewldanên dijwar hat ku tê de tîm rûbirûyî zehmetîyên mezin bûn ji ber kûrahîya çalê û alozîya dirêjahîya wê ya asoyî û stûnî.
Li gorî gotina xelkê deverê, ew ciwan li şûnwarên dîrokî digerîyan û hewl didan avê ji bîreke di nav çalê de bikişînin; ev yek bû sedema ku ji ber dûmana (karbonmonoksîda) motora kişandina avê ji ser hişê xwe herin û piştre jîyana xwe ji dest bidin.
Proseya derxistina terman bi bikaranîna alavên taybet û bi beşdarbûna tîmên pispor hat encamdan, berî ku term ji bo temamkirina karûbarên yasayî radestî Bijîşkîya Dadî ya li Cebleyê bên kirin.


