Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdulrehman Tirko îro Çarşemê ligel rêveberên perwerdeyê li parêzgehan, amadekarîyên ji bo destpêkirina werzê xwendinê yê duyem û nirxandina werzê yekem gotubêj kir, û bal kişand ser giringîya pabendbûna rêveberîyan bi rênimayîyên wezaretê da ku berdewamîya proseya fêrkirinê dabîn bikin û sistîya îdarî çareser bikin.
Her weha di derbarê kadroyên fêrkirinê de, wezîr tekezî li ser pêwîstîya girîngîdan bi mamosteyên ku berê hatibûn dûrxistin û pabendbûna bi dayîna mûçeyên wan di demên dîyarkirî de kir, da ku seqamgîrîya wan dabîn bibe.
Her weha di civînê de qebûlkirina daxwazên veguhastina kadroyan di navbera parêzgehên nû rizgarkirî de mîna Reqa, Dêrazorê, û gundewarê Helebê hat gotubêjkirin, tevî tekezkirina li ser amadekirina dibistanan bi mase û pirtûkan da ku destpêkek hêsan ji bo werzê duyem dabîn bibe.






