Şam–SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê bang li welatîyan kir li herêmên Meskenê, Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê li gundewarê Helebê, û herêmên gundewarê Tebqa, Mensûre, gundewarê bakurê Reqayê û gundewarê Hesekê, welatî neçin van herêman an venegerin nav wan berî ku bi awayekî fermî werin ewlekirin.
Wezaretê di daxuyanîyeke xwe de duh Sêşemê tekez kir ku divê welatî neçin nav mal, baregeh an şûnên ku di bin kontrola rêxistina “HSD”ê de bûn, bi taybetî li herêma Bendava Tişrînê û gundewarê bakurê Reqayê.
Wezaretê bal kişand ser hebûna daneyên meydanî ku nîşan didin rêxistina “HSD”ê mal û avahîyên niştecihbûnê bi bombeyên vedayî (mîn) tije kirine, ku dema mirov dikeve hundir diteqin, her wiha hebûna zevîyên mînan li kêleka rêyan û di nav zevîyên çandinîyê de, ku ev wekî “sûcê şer” tê hesibandin.
Wezaretê bang li hemû welatîyan kir ku pabendî rênimayên alîyên peywendîdar bin, û nûçeya her tiştekî gumanbar an şûnên ku gumana bombekirinê li ser heye bidin, û xwe nexin metirsîyê bi ketina nav herêmeke ku bi fermî ewlehîya wê nehatîye ragihandin.